Dema ku dibêjim Garnîka (Si digo Guernica)
Dema ku dibêjim Garnîka
mij bi pirtûkên dîrokê dikeve
yên ku koçber bûn e ji pêv darên sêva
Dema ku Garnîka distrêm
ew warên hezkirî mişt dibin bi navê miriyên
ku hîna di erdnîgariyê de winda nebûn e
Dema li Garnîka dinerim
li wêde tabloyek dizîtî dibînim
di mûzexaneyek nenas kirî de li cîhanê dinere
Dema Garnîka bi bîr tînim
ew lêvên tene di nava agirekî nevemirî de
Dema dibêjim Garnîka
dornêr, Cankîl an hînkil
ewin peyv ku bazarên gelerî dikin biyaban
Dema
dibêjim Garnîka…
Garnîka distrêm…
Li Garnîka dinerim…
Garnîka bi bîr tînim…
Garnîka dinîvisinim…
hinek gelên cîhanê bi bîr tînim
ku bi Garnîka re rengê xwe ji xweliyê girtine
(Sirayivo, Bexdad, Xeze, Donebas, Kobanê…)
Û dipirsim kengî wê ev tablo bi dawî bibe?!.
· · ·
Itzulpena. Translation: Jawidan Hasan.
Hizkuntza. Language: Kurdua. Kurdish.
Irudia. Picture: Iraqnica. Plastic Jesus.
Fuente: http://gernikaesatenbadut.wordpress.com/2014/11/17/dema-ku-dibejim-garnika/
En castellano :http://gernikaesatenbadut.wordpress.com/2014/09/29/si-digo-gernika/